Derbarê

 

Ayhan Evci hilberîner û komponîstê muzîkê ye û li bajarê Hamburgê dijî. Bi gelek stîlan ve muzîkên cuda çêdike û hertim li şêweyên nû û parçeyên di beşê xwe de yekta ne digere. Li tenişta awazên(deng/sound) taybetî û xurtiya piralî ya stîla xwe, bi berzehiya standarda muzîka xwe ve jî bala rexnegiran dikşîne ku ev yek taybetiyeke hilberîna wî ye.

Ayhan EvciEw derfeta awaza sermed(her heyî) ya gerdûnî bi kar tîne, ji vê yekê armanca wî ew e ku çêkirina muzîka yekta û sermed hilberîne, bê ku xwe bi klîşe yan modeyên rojane bi sînor bike.

Dema yekemîn ji bo hilberîna albumê çêkirina repertiwar e. Paşê stran bi instrumentekê tê tomarkirin û hilberîna pêşemîn li ser vê yekê ava dibe. Piştî vê yekê parçe yanî stran aranje dibin û hilberîna sereke dest pê dike. Muzîkjen tên bijartin û di dema tomarkirinê de, kî instrumentê xwe çawa lê bide, tê dabeşkirin. Piştî vê yekê tomarkirina dawî ya strangotinê çêdibe. Du beşên din ên dawî têkelîhevkirin û temamkirina berhemê ne. Di têkelîhevkirinê de dengê instrumentan li hev tê anîn, daku ahengekî awazane bê holê. Di temamkirinê de (Mastering) ahenga deng ya parçeyan yek bi yek li hev tê anîn. Bi vî awayî album digihîje çarçîta xwe ya deng a taybet.

Ayhan Evci di hemû hilberinên xwe de, bi muzîkjenên pispor û hevalên xwe yên endezyarên tomarê ji bajarê Hamburgê ku bi salan e bi van karan radibin re dixebite. Dervayê vê yekê, ger pêwîstiya hilberînê pê hebe, cî dide muzîkjenên ji hemû Ewropa û Tirkiyeyê jî.